Hejmara nûçegîhanên şehîd li Xezzê rabû 248 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i356020-hejmara_nûçegîhanên_şehîd_li_xezzê_rabû_248_kesî
Bi şehîdbûna Resmî Salim, nûçegîhanekî din ê li Xezzê, hejmara nûçegîhanên şehîd di vê zîvalê de rabû 248 kesî.
(last modified 2025-09-03T11:21:49+00:00 )
Îlon 03, 2025 12:44 Asia/Tehran
  • Hejmara nûçegîhanên şehîd li Xezzê rabû 248 kesî

Bi şehîdbûna Resmî Salim, nûçegîhanekî din ê li Xezzê, hejmara nûçegîhanên şehîd di vê zîvalê de rabû 248 kesî.

Navenda ragihandinê ya Xezzê di daxuyaniyekî de hedefgirtin û terora pilandarêştî ya rojnamevanên filistînî ji aliyê dagikirên Siyonîst bi tundî şermezar kir û ji Yekîtiya Navnetewî ya Rojnamevanan li gişt cîhanê xwest van cinayetan şermezar bikin. Pişka Dervesînorî ya Radiyo û Televîzyona Komara îslamiya Îranê li dû şehadeta şehîd Resmî Salim, kamêramen û berpirsê hevahengiya nûçeyan a kanala El Alemê di daxuyaniyekî de ragihand şehadeta vî kamêramenê sozdar, careka din rûyê rastîn ê rejîmekî nîşan da ku ne tenê jin û zarokan dikuje belke dengê rastbêjî û qeydkirina cinayetên xwe jî bi gulleyan ditemirîne. Di vê daxuyaniyê de hjatiye xwîna nûçegîhanên şehîd ên Xezzê qet wê bi xorayî neçe û rastiya ku wan vegotin wê di wijdanê hişyar ê mirovantiyê de herheyî bimîne.