Şehîdbûna zêdetirî 12 hezar jinên filistînî di şerê Xezzeyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353694-Şehîdbûna_zêdetirî_12_hezar_jinên_filistînî_di_şerê_xezzeyê_de
Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand: 12 hezar û 316 jinên filistînî li şerê jînosaydê ya Rejîma Siyonîst li dijî Xezzeyê şehîd bûne.
(last modified 2025-03-08T11:12:32+00:00 )
Adar 08, 2025 13:39 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna zêdetirî 12 hezar jinên filistînî di şerê Xezzeyê de

Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand: 12 hezar û 316 jinên filistînî li şerê jînosaydê ya Rejîma Siyonîst li dijî Xezzeyê şehîd bûne.

Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê îro  şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Di şerê Xezzeyê de 13 hezar û 901 jin bê mêr mane û 17 hezar dayik jî zarokên xwe ji dest dane. Li gor vê daxûyaniyê 2 hezar jin û keçên filistînî ji ber  destdirêjiyên Rejîma Siyonîst dê kêmendam bibin û di qonaxa dawî de jî bi dehan jinên filistînî hatine girtin û di nav zîndanê de hatin şikence kirin.

Vê nivîsgehê diyar kir ku jinên Xezzeyê ji ber dorpêçkirin, nebûna  Tendrustiyê û astengkirina alîkariyan hêdî hêdî  canê xwe ji dest didin.