Heyye: Plana Trump a dijî Xezzeyê serê xwe nagire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353329-heyye_plana_trump_a_dijî_xezzeyê_serê_xwe_nagire
Yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê pêgirî kir ku gelê Filistînê yê qet terka warê xwe nede, tekez kir ku komployên dijî filistînîyan nemaze plana bikîn a Trump a dijî Xezzeyê dê serê xwe negirin.
(last modified 2025-02-10T11:21:15+00:00 )
Sibat 10, 2025 13:41 Asia/Tehran
  • Heyye: Plana Trump a dijî Xezzeyê serê xwe nagire

Yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê pêgirî kir ku gelê Filistînê yê qet terka warê xwe nede, tekez kir ku komployên dijî filistînîyan nemaze plana bikîn a Trump a dijî Xezzeyê dê serê xwe negirin.

Xelîl Heyye yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê di merasima salvegera 46an a serketina Şoreşa Islamî ya Îranê da li Têhranê pêgirî kir ku gelê Filistînê yê qet terka warê xwe nede. Wî got ku operasyona Bahoza Eqsayê karî ku bibe sedema hevgirtina gel ji bo berevanîya ji Xezzeyê himberî destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst a dijmin. 

Heyye herwiha got: Operasyona Bahoza Eqsayê yekem qonaxa rêya bidawîhanîna dagirkerîyê û serketina Filistînê ye. Wî herwiha got: Operasyona Bahoza Eqsayê wehm û tirsa ji sekinîna hibmerî dagirkeran ji nav bir.

Vî endamê pillebilind ê TevgeraHemasê herwiha got ku projên Trump û welatên rojavayî serê xwe nagirin û m dê wan wekî projên berê pûç bikin.