Di encama gulleavêtina li bakûrê Qudsê da du siyonîst birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351772-di_encama_gulleavêtina_li_bakûrê_qudsê_da_du_siyonîst_birîndar_bûn
Medyayên Rejîma Siyonîst ragihandin di encama êrişa ser siyonîstan li bakûrê Qudsa Dagirbûyî da 2 siyonîst birîndar bûn.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 17, 2024 12:43 Asia/Tehran

Medyayên Rejîma Siyonîst ragihandin di encama êrişa ser siyonîstan li bakûrê Qudsa Dagirbûyî da 2 siyonîst birîndar bûn.

Medyayên Rejîma Siyonîst basa gulleavêtina ber bi xala lêgerînê ya Qelendiyayê li bakûrê Qudsa Dagirkirî û birîndarbûna du siyonîstan kirin. Herwiha di encama gullereşandina li nêzîkî binkeya Rejîma Siyonîst a li Gulana Dagirkirî da 2 Siyonîst bi giranî birîndar bûn.

Medyayên Siyonîst herwiha basa operasiyoneka din a dijî siyonîstan li navçeya El Xezîreyê û birîndarbûna çend siyonîstan di vê navçeyê da dikin. Anegorî raporên berayî kesekî bi kêrê êrişî çend îsraîliyan li Elxezîrê kiriye. Medyayên Siyonîst ragihandin ku di encama vê êrişê da şeş siyonîst birîndar bûn ku halê sê kes ji wan xedar e.