Zêdebûna hejmara şehîd û birîndaran li Xezeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351485-zêdebûna_hejmara_şehîd_û_birîndaran_li_xezeyê
Di halekî de ku şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê derbasî roja xwe ya 358`an, Wezareta Tendirustiya Xezeyê îro amaranû ya şehîd û birîndaran ragihand.
(last modified 2024-09-28T08:24:48+00:00 )
Îlon 28, 2024 11:47 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara şehîd û birîndaran li Xezeyê

Di halekî de ku şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê derbasî roja xwe ya 358`an, Wezareta Tendirustiya Xezeyê îro amaranû ya şehîd û birîndaran ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên operasyonên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023an ve heta niha gihîştiye 41 hezar û 586 şehîdan û 96 hezar û 210 kes jî birîndar bûne. Rejîma Siyonîst di 48 saetên borî de 4 komkujî li dijî malbatên filistînî li zîvala Xezeyê pêk anî û di encama van êrişan de 52 kes şehîd û 118 kes jî birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê her wiha tekez kir ku hejmarek ji goriyan di binkavilan de ne û rewşa awarte û berevaniya sivîl nikarin termên wan derxînin. ji destpêka şer ve, Rejîma Siyonîst bi piştgiriya Emerîkayê. li dijî gelê Xezeyê şerekî wêranker daye destpêkirin û zêdetirî 132 hezar filistînî şehîd û birîndar bûne. Di encama vî şerî de, ji bilî wêranî û birçîbûna berfireh ku jiyana bi sedan zarokên filistînî istandiye û yek ji karesatên mirovî yên herî kirêt li cîhanê tê hesibandin, zêdetir ji 10 hezar filistînî jî bê ser û şûn bûne.