Êrişa artêşa siyonîst ser nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnisê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i347302-Êrişa_artêşa_siyonîst_ser_nexweşxaneya_nasir_a_xan_yûnisê
ِDi berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser nexweşxaneyên Xezeyê, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê roja çarşemiyê ragihand: Artêşa Îsraîlê derbasî nav nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnisê bûye.
(last modified 2024-03-27T03:19:14+00:00 )
Adar 27, 2024 06:47 Asia/Tehran
  • Êrişa artêşa siyonîst ser nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnisê

ِDi berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser nexweşxaneyên Xezeyê, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê roja çarşemiyê ragihand: Artêşa Îsraîlê derbasî nav nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnisê bûye.

Artêşa rejîma siyonîst ji aware û kadroyên pizîşkî xwestiye ku ji vê nexweşxaneyê derkevin û herin Refehê.

Artêşa rejîma siyonîst pêştir jî êrişî çend nexweşxaneyên Zîvala Xezeyê ji  wan El-Şefayê kiribû û nexweş û awareyên  ku li wir sitar bibûn, şehîd kiribûn.Di encama van êriş û berbendên Rejîma Siyonîst de û bi sedema kêmasiya xwarin, av, derman û ardûyê xelkê Zîvala Xezeyê bi taybetî du parêzgehên Xezeyê û parêzgeha Bakûrî li ber xetera birçîbûnê de ye û jiyana zarok û kal û pîran li vê herêmê ketiey xeterê.Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst vê sibê jî navenda Civata Pizîşkî ya Îslamî ya Lubnanê li bajarê El-Hebariyê dan ber êrişan û di vê êrişê de herî kêm 7 kes şehîd bûn û lêgerîna kesên di bin xirabeyan de mane dewam dike.