Li gorî encama hilkolandina pisporan,hin şik û guman hene ku parçeyên laşê qurbaniyên ku di gornên komî de hatine veşartin ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatine dizîn.
Di rewşekê da ku hefteyek bi ser vekişîna daguirkerên siyonîst ji Nexwerşxaneya Şîfayê ya Xezeyê derbas dibe, heta niha 381 meyt li derdora vê navenda pizîşkî hatine dîtin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê cinayeta siyonîstan derheq xerakirina nexweşxaneya El-Şifayê li Xezeyê bi tundî şermezar kir û daxwaza lêkolîna bi lez derbarê vê bûyerê kir.
Çavkaniyên fermî yên filistînî derbarê şehîdbûna nêzîkî 300 filistîniyan û îdamkirina hejmarek ji wan bi destên girêdayî di dereqa du heftiyan dorpêçkirina nexweşxaneya El-Şifa li bajarê Xezeyê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîstî ve agahî dan.
Balefiên cengê yên Rejîma Siyonîst êrişî kon û xîwetên rojnamevan û awareyên nav nexweşxaneya Şuhedayê El-Eqsayê li Dêr Belehê û nexweşxaneya Şifa kirin. Li gor belgeyan di hundirê vê nexweşxaneyê de karesatek qewimiye.
Li gorî rapora Nivsîgeha Hevahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya NY herî kêm ji sê dudiyên nexweşxaneyên li Zîvala Xezeyê ji kar ketine.
ِDi berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser nexweşxaneyên Xezeyê, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê roja çarşemiyê ragihand: Artêşa Îsraîlê derbasî nav nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnisê bûye.