Şaşitîyên mirinbar û kûrtirbûna qeyranê di pergala tenduristîyê ya Ingilîsê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353367-Şaşitîyên_mirinbar_û_kûrtirbûna_qeyranê_di_pergala_tenduristîyê_ya_ingilîsê_da
Nexweşxaneyek li Ingilîsê bi hegera qusûrîya di raberkirina xizmetên dermankirinê da, di dosîya mirina 3 zarokan da tawanbar hat naskirin û dewletê ceza lê birrî.
(last modified 2025-02-13T10:46:39+00:00 )
Sibat 13, 2025 14:09 Asia/Tehran
  • Şaşitîyên mirinbar û kûrtirbûna qeyranê di pergala tenduristîyê ya Ingilîsê da

Nexweşxaneyek li Ingilîsê bi hegera qusûrîya di raberkirina xizmetên dermankirinê da, di dosîya mirina 3 zarokan da tawanbar hat naskirin û dewletê ceza lê birrî.

Dadgehekê li Ingilîsê bi hegera qusûrîya di raberkirina xizmetên dermankirinê ku bû sedema mirina 3 zarokan, cezaya 1.6 milyon pondî li Nexweşxana Natînghamê birrî.

Vê riswatîyê ku di dewama qeyranên di pergala tenduristîya giştî ya Ingilîsê da qewimîye, careka din lawazbûna di raberkirina xizmetên dermankiriên da li vî welatî berbiçavtir kir.

Ev ne cara yekem e ku nexweşxana Natînghamê bi hegera binpêkarîya mirinbar di beşa jidêbûna zarokan a vê nexweşxanê da dikeve ber taqîbatê. 

Di sala 2023yê da jî bi hegera qusûrîya di şarbûna ji zarokekî tezebûyî, 800 hezar pond cezaya diravî li Nexweşxana Natînghamê hat birrîn.

Nekarabûn û qusûrîyên berdewam di sîtema dermankirinê ya Ingilîsê da bûne sedem ku asta pêbaweîrya giştî derheq karabûna hikûmeta vî welatî di warê xizmetên dermankirinê da dakeve.