Xwepêşandana malbatên girtiyên Îsraîlî li dijî Netanyahu
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i345216-xwepêşandana_malbatên_girtiyên_Îsraîlî_li_dijî_netanyahu
Malbatên girtiyên Îsraîlî êvara Pêncşemê li Tel Avîvê li dijî Benyamin Netanyahu Serokwezîrê Rejîam Siyonîst slogan avêtin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 08, 2023 07:07 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana malbatên girtiyên Îsraîlî li dijî Netanyahu

Malbatên girtiyên Îsraîlî êvara Pêncşemê li Tel Avîvê li dijî Benyamin Netanyahu Serokwezîrê Rejîam Siyonîst slogan avêtin.

Xwepêşanderan li dijî Netanyahu û desthilatdarên din ên  erdên dagîrkirî slogan avêtin û  Xwepêşanderan daxwaza zextê li  dijî hikûmeta Netanyahu kirin   û xwestin ku  yên hêsîrbûyî bên berdanê.

Ev xwenîşandan di demekê de hat lidarxistin ku  pêştir Usame Hemdan yek ji rêberên tevgera Hemasê xitabî malbatên girtiyên siyonîstgotibû:

Berdewamiya cinayetên  artêşa Îsraîlê dê nebe sedem  xizm û kesên  we vegerin.

Rojnama siyonîstî ya Haaretz pêştir di raportekê de derbarê rewşa girtiyên siyonîst nivîsîbû: girtiyên azadkirî zêdetir ji rexnekirina Hemasê ji siyasetên kabîneya  Netanyahu gazindan dikin. Vê dawiyê berxwedana Filistînê ragihand ku di encama êrişên Rejîma Siyonîst de hejmarek ji girtiyên siyonîst hatine kuştin.