Xwepêşandanên piştgirîya ji Filistînê li deverên cûrbicûr ên cîhanê hatin lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i358880-xwepêşandanên_piştgirîya_ji_filistînê_li_deverên_cûrbicûr_ên_cîhanê_hatin_lidarxistin
Çalakvanên aşitîyê û piştgirên Filistînê, vê hefteyê jî ji bo ragihandina hevgirtina xwe bi gelê Filistînê ra, li çend deverên cîhanê kombûn pêk anîn.
(last modified 2026-07-12T14:21:10+00:00 )
Tîrmeh 12, 2026 17:52 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên piştgirîya ji Filistînê li deverên cûrbicûr ên cîhanê hatin lidarxistin

Çalakvanên aşitîyê û piştgirên Filistînê, vê hefteyê jî ji bo ragihandina hevgirtina xwe bi gelê Filistînê ra, li çend deverên cîhanê kombûn pêk anîn.

Li Berlînê, xwepêşanderan xwestin ku êrişên rejîma siyonîst li ser Xezzeyê bên sekinandin û polîsan hejmarek ji wan girtin. li Torontoya Kanadayê, piştgirên Filistînê bi astengkirina yek ji xaçerêyên sereke yên bajêr, xwestin ku Dr. Hîsam Ebû Sefîye, Serokê Nexweşxaneya Kemal Edwanê ya Xezzeyê, bi lez were azadkirin. Li Londonê jî, kedkarên beşa dermankirinê, bi pêşkêşkirina daxwaznameyekê bi zêdetirî 2500 îmzeyan, ji Koleja Paşayetîya Pizîşkan a Înglîzê, ji bo azadkirina wî daxwaza alîkarîyê kirin. Hevdem li Stokholma paytexta Swêdê, xwepêşanderan xwestin ku binpêkirina agirbesê bê sekinandin û alîkariyên mirovî derbasî Xezzeyê bên kirin.