Qudûmî: Operasyona Bahoza Eqsayê hemî hevkêşîyên sîyasî tev li hev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352130-qudûmî_operasyona_bahoza_eqsayê_hemî_hevkêşîyên_sîyasî_tev_li_hev_kirin
Wekîlê Tevgera Hemasê yê Îranê got: Operasyona Bahoza Eqsayê hemî hevkêşîyên sîyasî yên herêma rojavaya Asyayê tev li hev kirin û rêyeke nû ji bo komên berxwedêr ên filistînî vekir.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 14, 2024 14:42 Asia/Tehran

Wekîlê Tevgera Hemasê yê Îranê got: Operasyona Bahoza Eqsayê hemî hevkêşîyên sîyasî yên herêma rojavaya Asyayê tev li hev kirin û rêyeke nû ji bo komên berxwedêr ên filistînî vekir.

Xalid Qudûmî Wekîlê Tevgera Hemasê yê Îranê herwiha got: Vekişîna hin hikimdarên welatên herêmê ji plana asayîkirina peywendîyan digel Rjîma Sîyonîst piştî operasyona Bahoza Eqsayê bû sebeb ku hemî komployên sîyonîzmê biguherin û siberojeke nû ji bo Filistînê pêk were. 

Qudûmî herwiha bal kişand ser rola Amerîkayê di piştgirîya ji rejîma Israyîlê da û got: Ji destpêka sedsala buhurî va, rejîma Israyîlê wek tovê penceşêrê bi piştgirîya amerîkîyan jîyana xwe domandîye û nika jî Amerîkayê sedî 70yê bûca leşkerî ya Rejîma Sîyonîst ji bo qirrkirina filistînîyan a piştî operasyona Bahoza Eqsayê dabîn kirîye.