5 leşkerên siyonîst li Xezeyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i344711-5_leşkerên_siyonîst_li_xezeyê_hatin_kuştin
Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand, di encama pevçûnên li Xezeyê da 5 hêzên wê hatine kuştin.
(last modified 2023-11-12T10:10:38+00:00 )
Tesrîn 12, 2023 13:26 Asia/Tehran
  • 5 leşkerên siyonîst li Xezeyê hatin kuştin

Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand, di encama pevçûnên li Xezeyê da 5 hêzên wê hatine kuştin.

Li gorî rapora çavkaniyên îsraîlî, 4 kes ji leşkerên Rejîma Siyonîst komando û paraşûtvan bûn ku di encama teqîna tûnelê da hatine kuştin; her wiha efsereke û 4 leşker jî bi giranî birîndar bûne. Di dewama mirina leşkerên Artêşa Rejîma Siyonîst di operasyona bejahî li Xezeyê da, çavklaniyên Rejîma Siyonîst roja Şemiyê mukir hatin ku 2 leşkerên wan hatine kuştin.

Daniyêl Hagarî Berdevkê Artêş Rejîm Siyonîst jî got: Hejmara leşker û efserên îsraîlî ku ji 7ê Cotmehê va hatine kuştin gihîştiye 365 kesan. Hagarî her wiha di beşeke din a gotinên xwe da îdia kir ku hêzên vê rejîmê sekûyên avêtina mûşekan ên hêzên Berxwedanê li Xezeyê dane ber êrîşên berfireh.