Li Gazayê ciwanekî Filistînî şehîd bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i343778-li_gazayê_ciwanekî_filistînî_şehîd_bû
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ciwanekî filistînî yê 18 salî ku di encama teqîna di nav xwenîşandaneke li Rojhilatê Gazayê de hatibû birîndar kirin, şehîd bû.
(last modified 2023-09-25T01:08:06+00:00 )
Îlon 25, 2023 04:21 Asia/Tehran
  • Li Gazayê ciwanekî Filistînî şehîd bû

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ciwanekî filistînî yê 18 salî ku di encama teqîna di nav xwenîşandaneke li Rojhilatê Gazayê de hatibû birîndar kirin, şehîd bû.

Siyonîst ji bo armancên xwe yên berfirehxwaziyê her roj êrişî deverên curbicur ên Filistînê dikin û bi îdiayên pûç filistîniyan digrin, birîndar dikin an wan şehîd dikin.

 Vê dawiyê hêzên dagirker ên siyonîst,ciwanekî filistînî yê 18 salî şehîd kirin.

Wezareta Tendrurstiyê ya Filistînê li Gazayê ragihand, Mecdî Eyhab Qebayin ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû û bi vî awayî hejmara şehîdên teqîna 13ê Îlonê li rojhilatê Gazayê gihîşt 6 kesan.

Di vê raporê de hatiye, ciwanên filistînî bi boneya 18`emîn salvegera derxistina Rejîma dagîrker a Siyonîst ji Gazeyê li 13`ê Îlonê li devera Melekê li rojhilata Gazeyê xwenîşandan kirin  ku rastî êrişa siyonîstan hatin.

Hêzên dagirker li rojhilatê Gazayê  ber bi xwenîşanderan ve gule û gaza rondikrêj avêtin ku di encamê de teqînek qewimî û 6 filistînî şehîd bûn û 24 kes jî birîndar bûn.

 

منبع خبر