Berxwedana Filistînê mûşekeke nû li perrava Xezeyê ceriband
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i341668-berxwedana_filistînê_mûşekeke_nû_li_perrava_xezeyê_ceriband
Berxwedana Filistînê ceribandineke mûşekî ya nû li perrava Zîvala Xezeyê pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2023 15:45 Asia/Tehran
  • Berxwedana Filistînê mûşekeke nû li perrava Xezeyê ceriband

Berxwedana Filistînê ceribandineke mûşekî ya nû li perrava Zîvala Xezeyê pêk anî.

Berxwedana Filistînê ji bo berfirehkirina şiyana xwe ya mûşekî, ceribandineke nû li perrava Xezeyê pêk anî.

Li gorî rapora malpera Shahab News'ê, Berxwedana Filistînê çend mûşek ji perrava Xezeyê ber bi deryayê va avêtin.

Di vê raporê da hatiye, Armanceke sereke ya vê ceribandina mûşekî, zêdekirina hêz û diqeta mûşekên Berxwedanê ji bo amadetiya li hemberî her cûre destdirêjiya îhtimalî ya Rejîma Siyonîst ser Xezeyê ye.