Rapor | Xwenîşandana dijî kabîneya Natanyahu hefteya heftan da hat domandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i339624-rapor_xwenîşandana_dijî_kabîneya_natanyahu_hefteya_heftan_da_hat_domandin
Xwenîşandana dijî kabîneya Natanyahu di hefteya heftan a bi dû hev da hat domandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2023 10:16 Asia/Tehran
  • Rapor | Xwenîşandana dijî kabîneya Natanyahu hefteya heftan da hat domandin

Xwenîşandana dijî kabîneya Natanyahu di hefteya heftan a bi dû hev da hat domandin.

Li Tel Avîvê û şarên din ên Filistîna Dagirbpyî bi hezaran kes ji bo hefteya heftan a bi dû hev dijî kabîneya Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst daketin kolanan.

Kabîneya Natanyahu kêmtir ji 2 mehan e ku hatîye ser desthilatê. 4 dosîyeyên dadwerîyê bi mijara gendelîyê dijî Natanyahu hatine vekirin. Kabîneya nû ya wî lê digere bi guhertina qanûnên dadwerîyê, desthilata Dezgeha Dadwerîyê kêm bike. Ev yeka jî bûye sedema nerazîbûna berfire li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê.

Duh êvarê jî bo hefteya heftan a bi dû hev xwenîşandaneke berfire dijî kabîneya Natanyahu û planên Wezîrê Dadwerîyê yê Rejîma Sîyonîst ji bo guhertina qanûnên Dezgeha Dadwerîyê hat lidarxistin.

Rojnama Meariv’ê jî ragihand ku li gorî texmînan, nêzî sed hezar kes di xwenîşandana dijî kabîneyê da daketibûn kolana Kablanê ya Tel Avîvê û xwestin ku Serokwezîrê vê rejîmê Benyamîn Natanyahu wêda here.