Adar 31, 2023 09:21 Asia/Tehran
  • Pêkutîya Mekron ser bicihanîna qanûna nû ya malnişînkirinê

Tevî nerazîbûn û xwenîşandannê dijî qanûna malnişînkirinê ya nû ya hikûmeta Fransayê, Serokomarê vî welatî pêkutîyê ser bicihanîna wê qanûnê dike.

Serokomarê Fransayê Emanuel Mekron şeva buhurî berî nimandina plana pêncîxalî ya ku bi merema girtina pêşîya qeyrana avê di havîna îsal da û salên bê da hatîye hatîye amadekirin, got: Nerazîbûnên himberî guhertina qanûna malnişînkirinê, dê nekaribin pêşîya guhertinên di qanûna malnişînkirinê û guhertinnê din ên di destnîşankirina sîyasetan da bigirin.

Mekron ku biryar bû li herêmeke Alpê bihaxife, pêrgî hin komên nerazî û hêrs ên ji ber qanûna malnişînkirinê bû ku hin pankard rakiribûn ku ser wan wiha hatibû nivîsîn: ``Mekron wêda here``, mafê xwe yê malnişînbûnê bistînin ne miaşê me``û di vê navberê da hêzên polîs 2 nerazî desteser kirin.

Meseleya avê jî idî bûye mijareke gengeşesaz û ser ya guhertina qanûna malnişînkirinê da hatîye.