Tundbûna liv u tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li bakur u rojhilata Sûrîyê
Kanûn 15, 2025 18:14 Asia/Tehran
Li deverên di bin kontrola HSD da, liv u tevgerên lerşkerî u emnî yên hêzên bîyanî bi serkirdetîya Amerîkayê hatin tundkirin.
Di çend rojên vê dawîyê da, hêzên bîyanî bi serkirdetîya Amerîkayê çend karwanên zêrêhî û alavên cengê veguhestin bakur u rojhilata Sûrîyê u hevgavê vê yekê hin manovr tev HSD li bajarên Heseke u Reqqeyê li dar xistine.
Ji hêla din ve, dilnigeranbûnên ji ber çalakbûna şaneyên DAIŞê li bakur u rojhilata Sûrîyê zêde bûne.
Roja şemîyê di encama êrişekê da li şarê Tedmurê çend hêzên amerîkî hatin kuştin u burîndarkirin.
Ev liv u tevger u meşqana nîşan didin ku tivdîrên emnî u leşkerî yên hêzên bîyanî u HSD li bakur u rojhilata Sûrîyê ji ber berfirebûna çalakîyên komên çekdar nemaze yên DAIŞê hatine tundkirin.