Amerîkayê 1500 leşkerên din li Eyn ul Eseda Iraqê bi cih kir
Kanûn 15, 2025 20:10 Asia/Tehran
Çavkanîyeke iraqî ragihand ku Amerîkayê bi hegerên nedîyar, 1500 leşkerên nû veguhestîye binkeya Eyn ul Esed a Iraqê.
Çavkanîyeke haydar li parêzgeha Enbar a Iraqê aşkira kir ku fermandetîya hêzên amerîkî hêzên nû li binkeya hewyî ya Eyn ul Esedê bi cih dike.
Wê çavkanîyê amajeyî vê yekê kir ku hegera vî karê Amerîkayê hê ne dîyar e û ragihand ku hêzên amerîkî zêde ji 1500 leşker li binkeya Eyn u Esed li navçeya Bexdadî`yê ya bajarê Hît li rojavaya Enbarê bi cih kirine.
Berî vîya gelek hêzên amerîkî ji binkeya Eyn ul Esedê bo binkeya Herîr li bakura Hewlêrê hatin veguhestin, lê di van rojên dawîyê da bi sedan leşkerên amerîkî careka din bo binkeya Eyn ul Esedê hatin veguhestin.