Kanûn 14, 2025 18:16 Asia/Tehran

Komeke çalakên aştîxwaz li Beljîkê bi kombûnekê xwestin ku firotin u şandina çek u rextan bo Rejîma Sîyonîst were qedexekirin.

Nêzî 50 çalakên aştîyê vê sibê li Meydana Parliman a şarê Brukesel paytexta Beljîkê kom bûn û xwestin ku firotina çek u rextan bo Rejîma Sîyonîst  bi tevahî were boykotkirin. Beşdarên vê kombûnê di daxwaznameya ku raberî parlimana Beljîkê kirin da dijî kiryara dewleta vî welatî ya firotin u şandina çek u rextan bo artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker derketin û xwestin ku hevkarî û peywendîya leşkerî ya Ewrûpayê bi Rejîma Sîyonîst ra were qutkirin.

Kombûnên li Meydana Parlimanê ya Brukselê bi şanoyeke sembolîk jî bi dehan selikên tijî nameyên wajokirî yên di warê dijayetîya himber hevkarîya leşkerî ya bi Rejîma Sîyonîst ra ji ambulansekê ku ketibû ber êrişa bi mûşekê derxistin ku ser wan wiha hatibû nivîsîn: Hinardekirina çek u rextan bo Rejîma Sîyonîst rawestînin.

Rêkxerên vê kombûnê pêgirî kirin: Berhevkirina vê hejmara wajoyan nîşan dide ku neyartîya gelanî li Beljîkê himber firotina çek u rextan bo Rejîma Sîyonîst berfire dibe u armanc jî ew e ku zorê bidin ser parlimanê ji bo destpêkirina niqaşên cidî têkildarî rola vî welatî di danuistandinên leşkerî yên tev Rejîma Sîyonîst da.

Serepeyv