Kanûn 14, 2025 18:14 Asia/Tehran
  • Li Australîyayê êrişî cejna Cihûyan hat kirin; 12 kes hatin kuştin u 60 kes jî birîndar bûn

Di encama êrişa ser cejneke Cihûyan da li şarê Sîdnî yê Australîyayê, 12 kes hatin kuştin u 60 kes jî hatin birîndarkirin.

Xaxam Îlî Şilangêr şandîyê Tevgera Hebad a sîyonîstan jî di nav kuştîyan da ye. Vê êrişê bi awayekî zelal civaka Cihûyan di yekem roja cejnên Eyda Hanûkayê da kirîye hedef. Yek ji êrişkerên çekdar di encama pevçûna himber polîsan da hatîye kuştin û kesekî din jî ku destê wî di êrişê da hebûye, tê dermankirin.Gîdêûn Sair,Wezîrê Karên Derve yê Rejîma Sîyonîst jî wek berteka hibmer vê bûyerê di çarçova nirxandineke tund têkildarî hegerên vê bûyerê da idia kir: Tişta ku qewimî, encama handan u cinûbûna ji ber dijberîya himber Cihûyan e ku di 2 salên buhurî da li kolanên Australîyayê qewimîye.