Cîgira Hevseroka Fraksyona DEM Partîyê: Aştî tenê ji rêya dadperwerî, beranberî u çaksazîyên hiqûqî pêkan e
Cîgira Hevseroka Fraksyona DEM Partîyê li meclisa Tirkîyê dîyar kir ku bêdengkirina çekan tenê destpêka rêya aştîyê ye û got ku serê xwe girtina aştîya mayinde li Tirkîyê tenê ji rêya dadperwerî, beranberî u çaksazîyên hiqûqî pêkan e.
Gulistan Kiliç Koçîyîtê di civîna çapemenîyê da li meclisa Tirkîyê derbara dawîn alugurên sîyasî yên vî welatî da got: DEM Partîyê rapora xwe raberî Komsyona Meclisê ya Taybet bi Çareserkirina Meseleya Kurdan kirîye u pêgirî kir ku naveroka vê raporê rengvedana daxwazên civakê û çaverêtîyên hemî gelê vî welatî ye û ragihand: Em dixwazin rêyeke nû bê vekirin u derbasî dewreke nû u avakirina Tirkîyeyeke nû bibin. Hemî hewla me piştgirîya ji demajoya destpêbûyî ye.
Koçîyîtê pêgirî ser pêwîstîya bidawîhatina şerê bi çekan li Tirkîyê kir u got ku meclisa vî welatî divê zûka dest bi pesendkirina qanûnên têkildarî demokiratîzekirin u aştîyê bike. Wê got ku bêdengkirina çekan tenê encameke teqil nîne, belku xaleke destpêkê ye. Doz u armanca me ya sereke aştya erênî ye ku ser bingeha razîbûna civakî, beranberî û dadperwerîyê be. Em aştîyê tenê sekinandina pevçûnan nabînin, belku ewê demajoyek ji bo avakirina demokirasîyê pênase dikin.