Kanûn 19, 2025 22:10 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Serokomarê Bilarûsê ra civîya

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê bi Serokomarê Bilarûsê ra hevdîtin pêk anî.

Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku şeva buhurî gihîşt Mînskê, îro bi Aklêksander Lokaşênko Serokomarê Bilarûsê ra hevdîtin pêk anî.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li monomênta Serketinê ya li Mînskê destegulek wek rêzgirtina li kuştîyên Şerê Cîhanî yê Duyem danî.

Wezîrên Karên Derve yê Îran u Bilarûsê jî belgeya hevkarîya her du welatan wajo kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Mînskê got: Komara Islamî ya Îranê di çarçova pêşxistina peywendîyên xwe da, welatên serbixwe xistine rêza yekem û di nav welatên hanê da Bilarûsê cîgeheke taybet ji bo me heye.  

Serepeyv