Sîya tirs u xofê xwe da ser serê Zanîngeha Browan a Amerîkayê
Kanûn 14, 2025 18:14 Asia/Tehran
Kesekî nenas,xwendekarên Zanîngeha Brown a Amerîkayê li eyaleta Rudaylendê da ber gulleyan ku di encamê da 2 kes hatin kuştin u 9 kes jî hatin birîndarkirin ku tê gotin rewşa 6 kes ji birîndaran xeddar u giran e.
Ev bûyer u êrişa di dewama zincîre-êrişên berdewam ên li Amerîkayê da diqewime. Îsal li Amerîkayê zêde ji 500 carî bi çekê êrişî welatîyan hatîye kirin. Eva di halekî da ye ku derbara berfirebûna bikaranîna çekê di nav gelê asayî da bi awayekî berdewam hişyarî tê dayîn. Eva cara yekem e ku êrişke wiha berfire li eyaleta Rodaylendê diqewime, kabûs û bûyereke nepayî ku bûye sedema tirs u xofê di nav gel da u jyana wan tevlihev kirîye.