Adar 23, 2023 17:19 Asia/Tehran
  • Kêmbûna dewa û dermanan li Amerîkayê nîgeraniyeke giran pêk aniye

Ji ber kêmbûna dewa û dermanan nîgeraniyeke giran di asta ewlehiya neteweyî da li Amerîkayê pêk hatiye.

Li gorî rapora Televîzyona CBS’a Amerîkayê, Komîteya Ewlehiya Navxweyî ya Senayê ya Amerîkayê mukir hat ku kêmbûna dermanan li Amerîkayê gihîştiye astekê ku niha wek xeterek dijî ewlehiya neteweyî tê zanîn.

Rapora hişyarîder a nû ya îro derbarê vêya ku kêmbûna dermanan li Amerîkayê çiqasî giran e, ji aliyê qanûndarêjan va wek gefek li dijî Ewlehiya Neteweyî hat zanîn.

Li gorî rapora Komîteya Ewlehiya Navxweyî ya Senayê ya Amerîkayê, hema bêje 300 cûreyên dermanan ji wan dermanên Şêrpenceyê, dermanên zarokan, Antîbiyotîk û heta dermanên zekem û cemidînê yên bêyî reçeteyê jî ketine bin bandora vê kêmbûna dermanan.

Qanûndarêjan hokara vê pirsgirêkê palpiştiya Amerîkayê bi berhemanîna dermanan li welatên din wekî Çîn û Hindê dizanin.

 

Serepeyv