Mijdar 03, 2025 14:35 Asia/Tehran
  • Di encama erdheja li bakurê Efxanistanê de heta niha 30 kesan jiyana xwe ji dest dane

Di encama erdheja li nêzîkî Mezar Şerîf li bakurê Efxanistanê de heta niha 30 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Erdhejek bi giraniya 6.3 rîştêrî derdora bajarê Mezar Şerîf li bakurê Efxanistanê hejand ku di encamê de 30 kes hatin kuştin û zêdetirî 250 kes birîndar bûn. Erdhej ewqas giran bû ku li welatên cîran jî hat hîskirin. Vê dawiyê erdhejek li wilayeta Heratê çêbû ku di encamê de zêdetirî 1500 kesan xanê xwe ji dest dan û bi hezaran mal û xanîber wêran bûn. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê amadetiya welatê me jibo pêşkêşkirina her cure alîkariyekê bo Efxanistanê û  mexdûrên erdhejê ragehand.

Serepeyv