Hezîran 13, 2022 08:12 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfireh a amerîkiyan ji bo nîşandana nerazîtiya li hemberî qanûnên çekê li vî welatî

Bi dehan hezar amerîkiyan bi lidarxistina xwenîşandanekê li Waşîngtonê û seranserî vî welatî ji qanûndarêjên vî welatî xwestin ku bi pesendkirina hion qanûnan, tundiyên çekdarî li vî welatî bidin rawestandin.

Xwenîşandana roja borî li seranserî Ameîrkayê ji aliyê rêxistinekê va hat lidarxistin ku komeke xwendekarên mayî ji tevkujiya sala 2018an a xwendingeha bilind a Parklendê ya parêzgeha Florîdayê ew damezirandiye û di çarçoveya vê xwenîşandana li paytexta Amerîkayê da bi navê "Meşek ji bo canê me", 40000 kes li bin barîna baranê kom bûbûn.

Li pey guleavêtina vê dawiyê li dibistanekê li Tegzasê ku tê da 19 xwendekar û çend mamoste haatin kuştin, komên dijberê rakirin û hilgirtina çekan li Amerîkayê ragihandibû ku ew ê bi zûtî xwenîşandaneke seranserî wek neraazîtiya li hemberî tundiya ji ber rakirin û bikaranîna çekan li vî welatî li dar xînin.

Dijberên rakirin û hilgirtina çekan li Amerîkayê bawer in ku dewleta vî welatî li hemberî komên piştgirê çekan lawaz e û ji ber vê yekê firotina berfireh a çekan li Ameerîkayê her roj canê kesên zêdetir digire.

 

Serepeyv