Ûrsêt: Ewropa yek ji hokarên sereke yên gendelîyê li Ukraynê ye
Mijdar 19, 2025 18:00 Asia/Tehran
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê tekez kir ku piştgirîyên darayî yên Ewropayê ji Ukraynê hegera sereke ya gendelîyê li vî welatî ne.
Ev gotina Marîya Zaxarovayê piştî wê hat hilêxistin ku şebekeyeke diravşûtinê ya bayê nêzî 100 milyon dolarî di beşa enerjîyê ya Ukraynê da ji hêla Dayra Têkoşîna Dijî Gendelîyê hat keşifkirin. Endamên vê şebekeya gendelîyê j iwan birêvebirên payebilind ên şirketa hikûmî ya Energo Atomê u kesên nêzîkî Serokomar Zelenskî, qazancên neqanûnî wergirtine u diravên ji vê rêyê bi saya nivîsgeheke piştgir li Kîyevê di rêyên qanûnî da xerc kirine. Marîya Zaxarovayê herwiha got ku haya sîyasetvanên ewrûpî ji gendelîya li Ukraynê hebûye û ew xwe jî di hin projeyan da beşdar bûne.