Daketina asta hebandina Trump di nav gel da
Mijdar 19, 2025 17:55 Asia/Tehran
Encama nûtirîn rapirsîya Reuters- Ipsosê nîşan dide ku asta hebandina Donald Trump di dewra duyem a serokomartîya wî da, daketîye asta herîkêm.
Encameke vê rapirsîyê nîşan dide ku rewşa desthilata Trump li Partîya Komarxwaz hin nîşaneyên awazbûnê nîşan dide u amerîkî ji ber kiryarên wî yên têkildarî xercên jîyanê nerazî ne. Trump dewra duyem a serokomartîya bi asta hebandinê ya sedî 47 dest pê kir, lê ew asta nika sedî 9 kêm bûye u daketîye sedî 38ê.
Li gorî encameke vê rapirsîya Reuters- Ipsosê, tenê sedî 26ê amerîkîyan ji karnama Trump a di warê xercên jîyanê yên gel da razî ne.