Li Japonyayê ji ber şewat 27 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Osaka yê Japonyayê di nexweşxaneyeke derûnî de şewat derket û di encamê de 27 kes mirin.
Li gor nûçeya Reutersê, polîsê Osaka li Japonyayê jî ragihandiye: îhtîmala şewata bi qestî heye û lêkolîn ser vê yekê didomin.
Rayedarekî Agirkujiyê yê Osakayê diyar kir ku 27 kes ji ber rawestana dil ji nexweşxaneyê hatin derxistin û kesek jî birîndar bû.
Çapemeniya Japonî, Kyodo News, ji zarê rayedarên agahdar ragihand ku dibe ku kesek bibe sedema agir.
Li gorî medyayê, agir derdora saet 10.00 (bi dema Japonyayê) dest pê kir, lê agirkujan karîn piştî nîv saetê agir vemirînin.
Rayedarên japonî dibêjin di vê avahiya heşt qatî de ji bilî nexweşxanê, enstîtuya ziman, berberxane û super marketek (navendek danûstendinê) jî hene ku di dema şewatê de çalak bûn,
Di sala 2019an de li Kyotoya Japonyayê li studyoyeke anîmasyonê şewatek bi qestî derketibû û 30 kes an ji ber wê jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 12 kesên din jî birîndar bûbûn.