Weşandina nasnama kuştiyên kiryarên terorîstî amerîkî-siyonîst yên vê dawiyê li Îranê
Nivîsgeha Serokomarê Îranê li daxûyaniyekê lîsteya nasnameya deqîq a kuştiyên kiryarên terorîstî yên vê dawiyê weşand.
Nivîsgeha Serokomarê Îranê bi daxûyaniyekê derbarê bûyerên Çilla 2026`an bal kişand ser vê yekê ku hemî qurbaniyên van buyer û nearamiyan ewladên vî welatî bûne û destnîşan kir: Berûvajiya dijmin û çavnebarên dîrokî yên vî welatî ku canê mirovan wekî eded û reqem dizanin û danûstandinê pê re dikin û bi zêdekirina wê hewil didin berjewendiya xwe dabîn bikin, li gorî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê kesên mirî yên vê bûyerê tenê eded û hejmar nînin, her yek ji van qurbaniyan civakek û dinayek ji peywendiyan bûne. Her îranî jibo me wekî Îranekê ye. Di vê daxûyaniyê de hatiye li gorî siyaseta şefafiyet, berpirsiyarbûn û bersivdadayînê û ser fermana serokomar bi komkirina navên ku ji hêla pizişkiya qanûnî ya welêt ve hatine amadekirin bi sîstema Rêxistina Tomrakirina Nasnaman hatiye yekkirin û lîsteya 2 hezar û 986 kesan li malpera serokkomar hatiye weşandin.
Hejmara giştî ya miriyan 3 hezar û 117 kes bû, ku 131 ji wan nenas bûn. Ji gist 3 hezar û 117 kesan, 2,427 parêzvanên ewlehiya xelkê bûn. Ku medya siyonîstan û Amerîkayê amarên wehmî yên miriyan radigehînin.
Ev kiryara serokomartiya Îranê ku navên giştan weşandiye di rasitiyê de, pûçelkirina propagendeyên van medyan e. Gelek karzan li vê barê dibêjin ev şefaiyeta Îranê komploya medya siyonîst û amerîkî pûçel dikin û niha diyar dibe ku wan derew li xelkê kirin ji ber ku divê navan ragihînin ku li vê lîsteyê tine ne û li gor lêkolînên hikûmeta Îranê û ragihandina pişzikiya qanûnî tişteke wiha nikare serê xwe bigre.