Kombûna gelê Tirkiyê ji bo piştgiriya Îranê
Sibat 01, 2026 18:10 Asia/Tehran
Mîtînga piştgiriya Îranê ser navê Ne jibo Amerîkayê li Stenbola Tirkiyê li ber konsûlxaneya Amerîkayê hate lidarxistin.
Beşdarên vê kombûnê tevî ragehandina vêzariya ji Amerîka û Rejîma Siyonîst bona piştgiriya Îranê duruşme qîrandin û her cure kiryara leşkerî li dijî Îranê şermezar kirin . Duruşma Mirin jibo Amerîkayê, Mirin jibo Rejîma Siyonîst û Mirin ji bo Pehlewî ji van duruşmeya bûn ku pirtir dihatin qîrandin . Girtina baregehên leşkerî yên Amerîka û rejîma Siyonîst li Tirkiyê yek ji daxwazên xelkê bû.