Çile 30, 2026 17:49 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Kûbayê xitabî Trump:  Em her tim ji bo şêr amade ne

Wezîrê Derve yê Kûbayê li himber kiryarên Amerîkayê jibo qutkirina dabînkirina sotemeniya vî welatî bertek nîşan da û got : Em gelê şoreşgêr in û em her tim amade ne şêr bikin.

 Birono Rodrîgz, Wezîrê Derve yê Kûbayê bi şermezarkirina kiryarên Amerîkayê jibo qutkirina dabnkirina  sotmeneiya vî welatî tekez kir:  Waşîngotin hewi dide bi rêya dorpêçkirina enerjiyê, debara xelkê Kûbayê zehmetiri bike lê bila Trump bizanibe ku xelkê Kûbayê li hember kiryarên wî  berxwedêr in û dê bi rêze derewên wî neyên xapandin. 

Wî kiryarên  vê dawiyê yên Amerîkayê û hewldanên wê yên ji bo  girtina pêşiya dabînkirina sotemeniya vî welatî bi armanca zexta li dijî gelê Kûbayê û dasepandina  şert û mercên jiyanê yên dijwar da zanîn  û got : Em vê siyaseta Amerîkayê bi peyvên herî tund şermezar dikin.

Serepeyv