Weşandina belgeyên nû yên dosiya Epstînê, serêşiyeke teze jibo hevpeymanên Trump
Çile 31, 2026 16:44 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan li Amerîkayê ragihandin ku weşandina belgeyên nû yên Epstînê(qaçaxçiyê cinsî) dikare jibo hevpeymanên siyasî yên serokkomarê Amerîkayê bibe serêşiyek.
Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê roja Îniyê basa weşandina komeke mezin a dosiyên Cêfrî Epstîn ku zêdetirî 3 milyon rûpelan digire ber xwe, kir.
Navê Donald Trump serokomarê Amerîkayê bi caran li belgeyên hanê tê dîtin, belgeyên ku ji komeke raporên lêkolînê heta email û nûçeyan digre ber xwe. Çavkaniyên nûçeyan li Amerîkayê ragehandin ku weşandina belgeyên nû yên dosiya Epstîn renge jibo hin kesayetiyan ji wan hevpeymanên navdar ên Trump ku hewil dane xwe ji Epstînê dûr nîşan bidin serêşiyê çêbike.