Dewama êrişên rejîma Siyonîst ser Xezzeyê
Di dewama êrişên rejîma Siyonîst ser deverên curbicur ên Xezzeyê de 31 kes şehîd bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di nav kuştiyan de ji bilî birîndar û kesên bêserşûnbûyî, çar girtî û sê efserên polîs ên jin jî hene. Rejîma Siyonîst ji dema cihanîna agirbesê li 10`ê cotmeha borî ve êrişên xwe yên bi hawan û xerakirina xaniyan berdewam dike.
Nivîsgeha ragehandinê ya hikûmetê li Xezzeyê got ku 22 hezar nexweş û birîndarên li vê herêmê li derveyî Xezeyê hewceyê xizmetên pizişkî ne.
Wezareta tenduristiyê her wiha ragihand ku 6 hezar nexweşên filistînî bi rêya deriyê Refehê hewceyê xizmetên pizişkî ne. Nexweş divê bi lez li derveyî Xezzeyê werin dermankirin û jiyana wan di xeterê de ye. Divê rojane herî kêm 500 nexweş werin veguhestin bo derve . Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî ragehand ku di encama êrişa hewayî ya siyonîstan ser başûrê Lubnanê kesek hat şehîdkirin û du kes jî birîndar bûn.
Ji dema cihanîna agibesê di navbera Libnan û rejîma Siyonîst di Mijdara 2024`an de ev rejîm tim vê binpê dike û di mehên derbasbûyî de destdirêjiyên rejîma Siyonîst li dijî Libnanê zêde bûne.