Hişyariya zanyarekî; Hişê Çêkirî Qeyrana Keşûhewayê dilezîne
Zanyarekî zanistên komputerê hişyarî da ku Hişê Şêkirî anku AI (Artificial intelligence) ji ber bikaranîna zêde ya enerjiyê, Qeyrana Keşûhewayê (bêjeya ku germbûna cîhanî û guherîna hewa û bandorên wê şirove dike) dilezîne.
Li gor nûçeya IRNAyê, Malpera Tech Xploreê di raporekê da nivîsiye: Eger hûn giringiyê didin jîngehê, zêdetir li ser bikaranîna Hişê Çêkirî bifikirin. 'Sasha Luccioni' zanyarê zanistên komputerê ji Kanadayê bi armanca raberkirina agehiyan li ser bandorên jîngehî yên vê teknolojiya nû hişyarî dide û dibêje: Hişê Çêkirî yê Generatîv 30 qatî zêdetir ji matoreke lêgerînê ya qedîmî enerjiyê bi kar tîne.
Hişê Çêkirî yê Generatîv (Generative artificial intelligence) cûreyek hişî ye wek bersiva bo fermana bikarêner dikare nivîs, wêne yan medyayên din berhem bîne.
'Luccioni' ku sala 2024an ji aliyê Kovara amerîkî ya Time'ê va wek yek ji 100 kesên bibandor di cîhana Hişê Çêkirî da hat nasandin, ev çend sal in ku bi dû tayînkirina çendaniya weşandina hin bernameyan weke ChatGPT yan Midjourneyê bûye.
Vî lêkolerî li rex Konferansa Hişê Çêkirî yê ALL IN li Montreala Kanadayê got: Bi nêrîna min bikaranîna Hişê Çêkirî yê Generatîv ji bo lêgrîna li nav înternetê bêhêvîker e.
Wî got: Modelên zimanî ku bername li gor wan hatine çêkirin, hewceyî bi kapasîteyên hesabkirinê yên gelekî mezin ji bo hînbûnê li ser bi miliyaran niqte-datayê (data point) hene ku pêwîstiya wê yekê jî hebûna serverên bihêz e. Ji bo bersivdana bo daxwazên her bikarênerekî divê enerjî were bikaranîn.
Luccionî her wiha got: Tiştê ku matorên lêgerînê pêk tînin, derxistina sade ya zanyariyan e (wek mînak peydakirina paytexta welatekî); lê bernameyên Hişê Çêkirî zanyariyên nû brhem tînin ku dibe sebeb enerjiyeke pirr zêdetir were mesrefkirin.