Kanûn 07, 2025 18:02 Asia/Tehran
  • NY: Binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê berdewam dike

Berdevkê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY ragihand: Binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan, darvekirin, revandin, şîdeta cinsî û girtinên xwe serê xwe li seranserê Sûriyê hîn berdewam dikin.

Samên Xeytan got: Hin ji van binpêkirinan dijî civakên wekî Elewî, Dirûzî , Xiristiyan û çolnişînan têne kirin. Samin Xeytan bi pêgîriya li ser êrişa ser civakên taybet û dijwarbûna wê ji ber diyaloga nefretê, banga lêkolîna serbixwe, reformên ewlehiyê û bersivdana bi lez a sebebkaran kir. Volker Turk, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan jî ser pêwîstiya lêkolîna ser kokên binpêkirinên mafên mirovan û dabînkirina edalet, aşitî, ewlehî û mafên qurbaniyan ji bo serkeftina pêvajoya veguheztinê li Sûriyê pêgîrî kir.