Qaremaniya Tîma olempiyada stêrknasiya Îranê li cîhanê
Tebax 27, 2024 16:49 Asia/Tehran
Tîma olempiyada stêrknasiya Îranê di hifdehemîn dewra olempiyada cîhanî ya stêrknasî û fîzîka stêrkan bû qaremanê cîhanê.
Henane Xorremdeştî, Arwîn Resûlzade û Muhemed Mehdî Kişawerzî, Arya Fatih Kirdarî û Elî Nadirî Lordcanî, Xwendekar û nûnerên Îranê li 17emîn dewra Olîmpiyada Cîhanî ya stêrknasî û fîzîka stêrkan her yek ji wan mîdala zêrê bi dest xistin ku Îran bikaribe bi vê encama geş li cîhanê di rêza yekem de cih bigre.Ev pêşbirk ji aliyê Olîmpiyada navneteweyî ya stêrnasî û fîzîka stêrkan ji 17ê Tebaxê heta 27ê Tebaxê li Brazîlyayê hat lidarxistin û ji 57 welatan zêdetirî 250 xwendekar beşdarî pêşbirkê bûn.