Gurrbûna nakokiyan li deverên sînorî yên Sûriyê: Muhtemel e Tirkiye û Şam dijî HSDê bibin yek
Di halekî de ku Sûriye di sala 2025an bi pirsgirêkên avedankirina piştî şerê navxweyî re rû bi rû ye, hevdîtina vê dawiyê ya di navbera rayedarên leşkerî yên Tirkiye û Sûriyê texmînên derbarê operasyona muhtemel dijî Hêzên Sûriya Demokratîk de zêde kiriye.
Hevdem ku bidawîhatina moleta tevlîkirina HSD nav artêşa Sûriyê nêzîk dibe, nakokiyên li deverên sînorî yên Sûriyê ji ber destwerdanên Tirkiyê zêde dibin û ev destwerdan her roj Colanî û HSD li dijî hev radikin. HSDê ku hevpeymaniyek ji komên etnîkî li bakur û rojhilatê Sûriyê bi piraniya hêzên Kurd ji sala 2015an vir ve li dijî DAIŞê şer kiriye û kontrola beşên berfireh ên bakur- rojhilatê Sûriyê ji wan navçeyên niftzêm ên rojhilatê Firatê di destê wê da ye. Tirkiye HSD girêdayî bi PKKê dizane û daxwaza bêçekkirin û hilweşandina wê dike . Îniya borî, Wezîrê Berevaniyê yê Colanî li Şamê bi General Metin Tokal, Fermandarê Hêzên Bejayî yên Tirkiyê û şanda pê re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin di halekî de pêk hat ku hewahengiya leşkerî-siyasî di navbera her du welatan de bi taybet bi nêzîkbûna moleta dawiyê ya tevlîkirina HSD, têkiliyên Enqerê û Şamê zêde bûye. Di daxûyaniya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê de hatiye gotin ku her du alîyan derbarê meselên hevbeş ji wan xurtkirina hevkariya jibo dabînkirina berjewendiyên dualî, gotûbêj kirin ku ev mijar çavdêriya li ser HSD û pêknaîna peymana Adarê derbarê tevlîkirina HSD nav hêzên Colanî de dihewîne. şiroveker u çavdêr dibêjin ku zêdebûn têkiliyên di navbera Şam û Enqerê de nîşan dide ku Tirkiye niha dijî kurdên Sûriyê bi Şamê re bûye yek û vê hevdengiyê bi hinceta ewlehkirina sînorên xwe bipêşde dibe.
Di halekî de ku Tirkiyê vê dawiyê dîsa jî çekên nû şandine Sûriyê, Zekî Akturk, Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Tirkiyê di civîna çapemeniyê de operasyona nû red kir û got: Me dilê êrişê tine. Wî di eynî demê de HSD bi kirîna demê tawanbar kir û got: Çalakiyên wan gefê li istiqrara Sûriyê dixwe.