Rola badema erdê di xurtkirina bîrê da
Lêkolîneke nû nîşan dide ku bikaranîna rojane ya qaseke hindik a badema erdê an jî Fisteqebîda bêxwê û qelandî bi postê wê va dikare tevgera xwînamejî, bîr û tenduristiya dilê kesên salmezin bi awayekîberçav baştir bike.
Pisporên Zanîngeha Maastricht'ê ya Holendê 31 kesên saxlem û tendurist ên 60 heta 70 salî di bernameyeke 16 hefteyî da lêkolîn kirin û ji wan xwestin ku rojê 60 gram badema erdê ya bêxwê û qelandî bi postê wê va di du jeman da bi kar bînin.
Ev kes di destpêk, nîvek û dawiya lêkolînê da ketin ber cerribandinê û di her nobetekê da zexta xwînê û pêkhateya leşî ya wan hat pîvandin. Di qonaxa dawî da, testên me'irifî û wênekişandina pêşketî ji bo vekolandina tevgera xwîna mejî jî lê zêde bû,
Wênekişandinan nîşan da ku başbûneke berçav di bersivdêriya demarên mejî yanî şiyana demaran ji bo teng û firebûnê bi mebesta rêkxistina tevgera xwînê qewimiye û piştî 16 hefteyan bikaranîna badema erdê, tevgera xwînê ya giştî di mejîyê beşdaran jî sedî 3,6 zêdetir ji heyama kontrolê bû.
Dewama cerribandinê
Dema ku pisporan madeya gewr a mejî (devera sereke ya xaneyên reh û eseban) vekolandin, tê gihîştin ku tevgera xwînê di wê beşê da sedî 4.5 zêde bûye. Di loba enî (Frontal Lobe) da zêdebûna CBF'ê ya sedî 6.6 û di loba cênîkê (Temporal lobe) da jî zêdebûna sedî 4.9 hat dîtin. Ev dever di bîr, ziman, biryardan û kontrola hestan da rola bingehîn digêrin.
Çima badema erdê bandoreke wisa dikin?
Badema erdê tijî ye ji 'L-arginine', çewriyên ne-têrkirî û polîfênolan (Polyphenols) e ku gişt ji bo tenduristiya demaran sûdmend in. Ji aliyê din va, postê badema erdê jî pêkhatî ji rîşal û Antî Oksîdanê ye.