Berdewambûna destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ser axa Sûrîyê
Kanûn 13, 2025 18:15 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê berdewambûna destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê de agahî dan û ragihandin ku 10 wesayîtên leşkerî yên vê rejîmê derbasî navçeya Seyda Hanûtê bûne.
Li gorî rapora Dezgeha Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, vê sibê 10 wesayîtên leşkerî yên Rejîma Siyonîst derbasî navçeya Seyda Hanûtê li derdora Quneyterê bûne û xaleke kontrolê ya demkî danîn.Hêzên dagirker her wiha li malên xelkê geriyan.Pêştir navenda hiqûqê ya Sicil a Sûrîyê di raporekê de ragihandibû ku Rejîma Siyonîst di meha Mijdarê de 218 caran destdirêjî ser ax û qada hewayî ya Sûriyê kirîye.