Serokkomarê Lubnanê xîtabî wekîlê Trump: Dema xwe xisar nekin /Hemû dijberê plana we ne
Serokkomarê Lubnanê di bersiva gotinên şandiyê taybet ê Amerîkayê li ser tevlîkirina Lubnanê ser axa Sûriyê da got ku gotinên bi vî rengî xisarkirina demê ye, ji ber ku hemû lubanî li dijî wê ne.
Cozêf Ewn, serokkomarê Lubnanê di besiva gotinên kirêt ên Tam Barak şandiyê Amerîkayê têkildarî tevlîkirina axa Lubnanê ser Sûriyê de got: Dema xwe xisar nekin ji ber ku hemû lubnanî li dijî planên bi vî rengî ne . Serokkomarê Lubnanê her wiha got: Mixabin, hin lubnanî li Amerîkayê dijî dayîna alîkariyê bo artêşê ne û ji bo astengkirina karê wê hin karan dikin. Husên Hac Hesen, parlimanterê fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parlemaman Lubnanê, her wiha tekez kir ku çeka di destê Bereya Berxwedanê di sala 2000an de başûrê Lubnanê rizgar kir û got ku armanca sereke ya Amerîkayê û Rejîma Siyonîst hilweşandina hikûmeta Lubnanê ye.