Sûdanî: Bidawîhatina erkdariya UNAMIyê destpêka qonaxeke nû di peywendiyên bi NY re ye
Kanûn 13, 2025 18:20 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê got ku bidawîhatina erkdariya nûnertiya NY nasiyar bi UNAMI li vî welat, destpêka qonaxek nû di têkiliyên bi NY re ye.
Mihemed Şîya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê di civîna çapemeniyê ya hevbeş digel Sekreterê Giştî yê NY de li Bexdayê pêgirî ser serketina Iraqê dijî terorîzmê bi fîdakariyên xelkê vî welatî kir. Sudanîi her wiha got: Bidawîhatina erkdariya UNAMIyê nayê wateya bidawîhatina hevkariya bi NY re, lê belê destpêka qonaxeke nû di têkiliyên bi vê rêxistinê re ye.
Wî her wiha got ku em ê çalakî û projeyên xwe yên neteweyî bidomînin da ku pêvajoya avedankirinê bi dawî bînin. Sekreterê Giştî yê NY jî di vê civîna çapemeniyê de got ku rewşa îro ya Iraqê tam cuda ji rewşa berê ye û Iraq îro welatekî ewle, aram û cuda ye.