Kanûn 13, 2025 18:14 Asia/Tehran
  • Rewşa nalebar a Xezzeyê piştî baranên guj, 16 kesan jiyana xwe ji dest dan

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku piştî barana guj a li Zîvala Xezzeyê, rewşa xelkê wir pir qeyranîtir bûye û 16 kesên ku malên wan hatiye kavilkirin, jiyana xwe ji dest dane.

Di encama destdrêjhiyên Rejîma Siyonîst û bombebarana  navçeyên xelknişîn  dîwarên xaniyên xelkê ku qelişîbûn piştî baran û bahozê ev mal hilweşyan û 16 kes ji wan 3 zarok şehîd bûn. Ji aliyê din ve, roja Şemiyê ciwanekî filistînî bi navê Mihemed Sebrî Edhem bi derba gulleyên siyonîstan hate şehîdkirin.

Rejîma dagirker her wiha navçeya Tuffah li rojhilatê bajarê Xezzeyê bombebaran kir. Li gorî nûçeyeke din bahoz û baraneke guj û giran digel serma u seqema giran  li zîvala Xezzeyê bû sedem ku 14 awareyên filistînî li vê zîvalê di 24 sietan de jiyana xwe ji dest bidin.

UNICEF ê jî  derbarê belavbûna nexweşiyan li zîvala Xezzeyê û  her wiha kêmbûna xwarinê u bedxworakîya ji bo bi hezaran zarokên di bin pêncsalî de hişyarî da.

Serepeyv