Kanûn 13, 2025 18:25 Asia/Tehran

Xitimîna siyasî li Iraqê piştî hilbijartinên parlemana vî welatî didome û nakokiyên di navbera partî û tevgerên siyasî yên Sunnî li Iraqê derbarê destnîşankirina berbijarê serokatiya parlemanê de zêde bûne .

Di hefteyên derbasbûyî de piştî hilbijartinên parlemana Iraqê, Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan rawêjkariyên xwe jibo nasandina berbijarê posta serokwezîriyê û kurdan ji bo berbijarê serokkoamriyê, muzakirên xwe berdewam kirine û hîn nekarîne li ser berbijarekî lihev bikin. Pêvajoya hilbijartina serokkomar û serokwezîrê Iraqê piştî nasandina berbijarê serokê parlemanê ji hêla komên Sunnî yên vî welatî ve dest pê dike, lê zêdebûna nakokiyên di navbera sunniyan de bûye sedema lihevnekirinê u vê yekê partiyên ne-Sunnî  dilnigeran kiriye  û ew hewl didin alîkariya Sunniyan bikin da ku nakokiyê çareser bikin. Selam Zubêydî berdevkê Hevpeymaniya Nesrê, got: Nakokiyên di navbera Sunniyan de li ser berbijarê serokê parlemanê pir kûr in. Wî her wiha got: Pêkhateyên siyasî yên Iraqî divê ji bo destnîşankirina berbijarê xwe jibo serokkomariyê pabendî  xişteya demê ya  destûra bingehîn bin. Zubêydî tekez kir ku hilbijartina serokwezîr bi hilbijartina serokê parlemanê ve girêdayî ye û Çarçoveya Hevahengiyê dilnigeranê zêdebûna nakokiyên di navbera tevgerên Sunnî da ye lewma komîteyek taybet  jibo lihevkirina bi sunniyan re ava kiriye ku meselê bilezîne.Nasandina serokwezîr di sîstema siyasî ya Iraqê de berî ku serokê parllemanê were hilbijartin ne mimkûn e. Piraniya şeş tevgerên siyasî yên Sunnî yên di Encumena Siyasî de vegera Mihemed Helbûsî (serokê niha yê Partiya Teqedumê) û her berbijarek ji partiya wî bo serokatiya parlemana nû ya Iraqê red kirine. Partiyên Şîe yên di Çarçoveya Hevahengiyê de rawêjkariyên xwe  jibo destnîşankirina berbijarê serokwezîriyê  berdewam dikin û  Amir Fayiz, berpirsê payebilind  ê Çarçoveyê, piştrast kir ku civînên rêberan bi zûtî dê bibin sedema hilbijartina  kesekî guncaw ji bo hikûmeta bê. Partî û tevgerên Kurdan li Iraqê jî hîn li ser berbijarê serokkomariyê li hev nekirine, ku ev yek tevahiya pêvajoyê tevlihev dike.

 

Serepeyv