Tebax 16, 2023 18:32 Asia/Tehran
  • Hewldana cîhanî ji bo sînordarkirina bikaranîna torên civakî

Politico'yê di nivîsekê da tevî amajeya bi lêkolînên pêkhatî, derbarê bandora nerênî ya torên civakî li ser tenduristiya derûnî ya zarok û nûciwanan hişyarî da.

Kovara Politico'yê di raporekê da tevî hişyarîdana derbarê bandora nerênî ya torên civakî li ser tenduristiya derûnî ya zarok û nûciwanan, nivîsî: Gellek welat li dû danîna sînordariyê û sepandina qanûnan di bikaranîna van platforman in.

Politico'yê her wiha nivîsî: Bikaranîna torên civakî ji aliyê zarok û nûciwanan li deverên cûrbicûr ên cîhanê bûye pirsgirêkeke mezin ji bo dêûbavan.

Vê demê hin welat ji wan Çîn û Fransa pêngavên yekem ji bo kontrolkirina bikaranîna zêdebarî ya platformên civakî weke facebook, Instagram û Tiktok'ê radikin.

Li Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bi awayekî berfireh hin berame bi navê Qanûna Xizmetên Dîjîtal (DSA) hatine ragihandin ku li gorî wan platformên online weke Tiktok, Facebook û Youtube neçar in saxlembûna berhemên xwe ji bo zarokan ji Komîsyona Ewropayê ra îsbat bikin.

Zirar û ziyanên weke tengijîn û damayîn, bêhntengî, nerazîtiya ji rewşa xwe ya xuyakriinê û lawaziya di warê lêhûrbûn û baldariyê da j dûhatên bikaranîna torên civakî li ser zihn û derûna zarok û nûciwanan in.

 

Serepeyv