Îlon 12, 2025 17:25 Asia/Tehran
  • 20 şixulên ku bi hatina Hişê Çêkirî ji nav naçin

Bi serdestbûn û berfirehbûna Hişê Çêkirî di salên dawî da, pirsa gelemperî ya "Gelo Hişê Çêkirî dewsa me digire?" veguheriye bo pirseke giringtir: "Çawa pênaseya kar diguhere?".

Raporên cîhanî weke rapora "Pêşeroja Şixulan" a Civata Cîhanî ya Abûriyê nîşan didin ku di heman demê da ku hinek erk û xebat automatîk dibin, bi miliyonan şixulên nû jî diyar dibin ku hewcedarî hevkariya navbera mirov û maşînê ne.

Di vê nivîsarê da, 20 şixul û çalakiyên ku bi Hişê Çêkirî ji nav naçin, hatine rêzkirin:

1. Derûnnas û terapîst

Derûnnas û dermanker roleke giring di têgihîştina kûr a hest û têkiliyên mirovî dilîzin û atmosfereke ewleh dabîn dikin.

2. Mamosta

Mamosta atmosfereke ewleh û hêmin ji bo hînbûnê dabîn dikin û fikirîna rexnekerane û afirîneriyê fêrî xwendekaran dikin.

3. Hunermend

Hunermend berhemên afirînerane berhem tînin ku digel mixateban têkilîyê ava dikin, lê Hişê Çêkirî tenê kopî dike.

4. Hemşîre

Hemşîre hewcetiyên leşî û hestbarî yên nexweşan dabîn dikin. Hişê Çêkirî di diyarkirina nexweşiyê da têra xwe pispor e, lê nikare hevdilî bike.

5. Aşpêj

Aşpêj taman dicerribîne, xwarinên nû diafirîne û destûrkaran li gorî selîqe û cûreyên bikarhêner amade dike.

6. Werzîşkar

Werzîşkar pisporiyên leşî, vîn û şiyana mirovî nîşan didin; tiştê ku Hişê Çêkirî nikare.

7. Rojnamevan

Rojnamevan çîrokan bi nêrîna mirovî, analîz û şirove diin, lê Hişê Çêkirî şiyana xwe ya şirovekirina afirînerane tune.

8. Karzanê Alîkariya Civakî

Xebata Alîkarên civakî pêwîstî bi hevdilî, zanyariyên çandî û şiyana birtêvebirina kêşeyên civakî û hestbarî yên aloz heye.

9. Dadwer

Hişê Çêkirî dikare di lêkolînên hiqûqî da alîkariyê bide, lê nikare weke dadweran gişt tevgerên mirovî tê bigihêje û şirove bike.

10. Fêrkarê zarokan

Fêrkarê zarokan geşekirina hestbarî û şiyanên civakî xurt dikin û hesta ewlehiyê ji bo zarokan dabîn dikin.

11. Zanyarên payebilind

Zanyaran di warên cûrbicûr da hewceyî bi têgihîştina hest û pêdiviyên mirovî hene, karên ku pêwîstî bi afirînerî û lêkolîna hûr û kûr heye.

12. Agirkuj û alîkarîgihên

Agirkuj û alîkarîgihên di şert û mercên pêşbînînekirî da biryarên lezgîn didin. Biryarên ku bingehîn û giring in.

13. Lîstikvan

14. Şêwirmend û hînker

15. Dîzaynera modê

16. Dartiraş

17. Organîzekera rûdanan

18. Rêberiya Olî

19. Mîmar

20. Karzanê Çavkaniyên Mirovî

 

Serepeyv