Vegera 13 welatiyên fransî ji kampên di bin kontrola kurdên Sûriyê de
Îlon 17, 2025 18:22 Asia/Tehran
Di dewama demajoya vegerandina welatiyên gumanbarê hevkariya bi DAIŞê re, Fransayê sê jin û 10 zarok ji kampên Sûriyê veguhestin welêt.
France Pressê û radyoya RFIê ragihandin ku du jinên ku hatine vegerandin di bin çavdêriya polîsan de ne û ya sêyem jî muhtemel e were cezakirin.
Zarokên bi wan re radestî navendên xizmetên civakî hatine kirin û dê di bin çavdêriya dozgeriya herêmî û saziyên peywendîdar de bin. Ev endamên DAIŞê li Sûriyê bûn. Piştî derbasbûna zêdetirî pênc salan ji işkesta leşkerî ya DAIŞê li herêmê, bi dehan hezar kes hîn jî di kamp û zindanên li bakur- rojhilatê Sûriyê di bin kontrola Kurdan de tên xweyîkirin û piraniya wan gumnabrê têkiliya bi DAIŞê re ne.