Hêrsbûn û vêzariya giştî ji ber sefera Trump a Îngilîsê
Hevdem ligel sefera Donald Trump a Îngilîsê xwepêşandanên berfireh dijî wî hatin lidarxistin û xelkê hêrsbûn û vêzariya xwe nîşan dan.
Zêdetirî 50 rêxistinên gelanî û sivîl li Îngilîsê tekez kirin ku li her derê ku Trump lê be, dê qîrînên hêrs û nerazîbûna gel dijî wî û siyasetên wî, bi taybet li hember Filistînê jî dê bilind bibin. Welatiyên inglîzî dibêjin: Taybetmendiya herî girîng a Trump alîkariya bo Rejîma Siyonîst bona jinavbirina Filistînê û piştgiriya ji Netanyahu di kuştina zêdetir a filistîniyan da ye. Hejmarek ji siyasetmedarên inglîzî ji wan Êd Dêyvî, Rêberê Partiya Demokrat a Inglîzê û Mîşêl Onîl Serokwezîra Îrlanda Bakur, bal kişandin ser karesatên li Xezzeyê û ragihandin ku wan mêvandariya şîvê ya paşatiyê ya bi amadebûna Trump boykot kirine.