UNICEFê derbarê kêmbûna xwarekê jibo zarokên Xezzeyê de hişyarî da
UNICEF diyar kir ku li bajarê Xezzeyê ji her 5 zarokan yek tûşî bedxworakîyê bûye û ragihand ku ev rêjeya kêmasiya xwarekê di dîrokê de bêmînak e.
UNICEFê bi daxuyaniyekê derbarê qeyrana birçîbûnê li zîvala Xezzeyê hişyarî da û tekez kir ku zêdetirî 26 hezar zarokî hewcetî bi çareserkirina kêmasiya xwarekê heye ku ji wan zêdetirî 10 hezar kesî hema li bajarê Xezzeyê ne. Vê rêxistinê her wiha got ku ji her heşt zarokên li zîvala Xezzeyê yek ji wan ji ber kêmbûna xwarekê ya zêde êşê dikşîne ku di dîrokê de ew reqem bêmînak e. UNICEF her wiha got ku navendên xwarinê li Xezzeyê vê hefteyê ji ber fermanên valakirinê û giranbûna pevçûnên leşkerî neçar man ku bên girtin ku vê yekê rewşa mirovî xirabtir kiriye. Vê rêxistinê reftara Rejîma Siyonîst di koçberkirina zêdetirî nîv mîlyon zarokên Xezzeyê ku ji ber şerê zêdetirî 700 rojan ziyan dîtine, nemirovane bi nav kir û tekez kir ku divê hemû alî ji bo garantîkirina vê yekê ku zarok bikaribin xwarek û dermîn wek alîkarî li seranserê Zîvala Xezzeyê bi dest bixin, bikevin dewrê.
Êriş û bombebaranên giran û wêrankirina sîstematîk a mal û binesaziyê hejmara şehîdan zêde kiriye û karesata mirovî ya li pêşberî zêdetirî du milyon filistînîiyan zêdetir kiriye. Filistînî ev çend meh in ji ber birçîbûn, nebûna dermanan û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bi mirineke hêdî hêdî re rû bi rû ne.