Îlon 17, 2025 19:06 Asia/Tehran

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser rapora NY derbarê rewşa Xezze û Filistîna dagirkirî de û got: Tişta ku li Filistînê diqewime, jînosaydeke eşkere ye.

Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, di civîna xwe ya çapemeniyê ya vê dawiyê de bal kişand ser jînosayda eşkere ya gelê Filistînê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û rola Amerîkayê û hevdestiya Inglîzê di vê qeyranê de. Îsmaîl Beqayî sînordarkirinên bêhempa yên Amerîkayê jibo şanda Îranê ya li Civata Giştî ya NY dijî erkên navneteweyî nirxand û tekez kir ku Îranê bi Ajansa Navneteweyî  ya Enerjiya Atomê re lihevkirinek heye û ger ev lihevkirin were binpêkirin dê tedbîran bigire. Beqayî her wiha got ku bernameya nakokî ya Îranê aştiyane ye û welatên rojavayî ku îranê tawanbar dikin, ev tawanbarkirin tenê hincet in û her wiha mafê Amerîkayê nîne ku derbarê şiyanên berevaniyê yên Îranê de biaxive.Wî derbarê dîplomasiya herêmî da jî got ku Îran pêşwaziyê dike ji gotûbêj û hevkariya bi welatên cîran û hikûmetên din ji wan Iraq, Sûriye û Venezuelayê re û piştgiriya gelê Filistînê ne sûc e.Wî di dewamê de jî behsa boykotkirina werzişvanên Rejîma Siyonîst, pêşkêşkirina belgeyên binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê Rejîma Siyonîst bo Komîsyona Mafên Mirovan û girîngiya serxwebûna Ewropayê di dosiya navokî ya Îranê de kir û tekez kir ku Îran ji dîplomasiyê nareve û dê her derfetekê jibo dabînkirina berjewendiyên xwe bikar bîne.

Serepeyv